Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 60 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 7 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 4 kes li Minbicê û 1 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha diyar kir, 60 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 16 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 25 kes li Reqayê û e 8 kes li Dêrazorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 7 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16691 kesan, ji wan 677 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1718 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.