Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Kobanê kirin
Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li rojhilatê bajarê Kobanê kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li rojhilatê bajarê Kobanê kirin.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanî, gera çavdêriyê ji 4 zirîpoş û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 zirîpoşên artêşa Tirkiyê pêk hat û ji gundê Xerîb yê li rojhilatê Kobanê dest pê kir.
Diyar kir jî, gera çavdêriyê di gundên li ser sînor ên rojhilatê Kobanê re geriya û piştre vegeriya cihê ku jê dest pê kiriye.
Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ya roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçî yê Rûsî, tên kirin.