Li Tirkiye û Bakur kesên rêkaran binpê dikin tên sizakirin
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku, di nava hefteyekê de 79 hezar û 186 kesên ku rêkarên koronavîrûsê binpêkirine hatine sizakirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku, di nava hefteyekê de 79 hezar û 186 kesên ku rêkarên koronavîrûsê binpêkirine hatine sizakirin.
Li gorî ragihandina Wezareta Karên Navxweyî, di nava 3 û 7ê Gulanê de di venêranên di nava bajêr de 79 hezar û 186 kesên ku rêkarên koronavîrûsê binpêkirine an bi sizayê pereyan hatine sizakirin an jî ji bo ku werin dadgehkirin berê wan dane dadgehan.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, piraniya welatiyan pabendî rênimayan dibin.
Li Tirkiye û Bakur ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê di navbera 29ê Nîsanê û 17ê Gulanê de qedexeya giştî ya derketina derve hatiye ragihandin.