Serok Barzanî di 55emîn salvegera destana Hindrên de peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 12ê Gulana 2021ê di 55emîn salvegera destana Hindrên de peyamek belav kir.
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 12ê Gulana 2021ê di 55emîn salvegera destana Hindrên de peyamek belav kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe Twitterê bi boneya 55emîn salvegera destana Hindrên, bi zimanê Îngilîzî peyamek belav kir û vê bîranînê weke rojeke dîrokî bi nav kir û û tekez kir ku di şerê Hindrên de hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê li çiyayê Hindrên rûbirûyî êrîşa bi hezaran çekdarên rejîma berê bûne û qehremaniyeke bêhempa nîşan dane.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Em bi rûmet û rêz 55emîn saliya destana Hindrên bi bîr tînin. 12ê Gulana 1966an rojeke dîrokî ye di şoreşa mezin a Îlonê û berxwedana gelê me de. Di şerê Hindrên de hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê de êrîşa bi hezaran çekdarên rejîma berê ya ser şoreşê ya li Çiyayê Hindrên û devera Rewandizê têkşikand û destan û qehremaniyeke bêhempa tomar kirin.