Merasîmên cejnê li mizgeftên Herêma Kurdistanê hatin kirin
Îsal bi kêmbûna rêjeya belavbûna Koronayê re, nimêja cejnê bi girtina rêkarên xweparêziyê li mizgeftan hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, sala borî nimêja cejnê li mizgeftan nehat kirin û xelkê jî bi awayekî sînordar serdana hevdu dikirin, lê îsal bi kêmbûna rêjeya belavbûna Koronayê re, nimêja cejnê bi girtina rêkarên xweparêziyê li mizgeftan hate kirin.
Peyamnêrên K24ê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dan zanîn, îro ji demjimêr 5ê sibê re merasîmên cejnê li mizgeftan dest pê kir û piraniya welatiyan pabendî rênimayên xweparêziya ji Koronayê bûn.
Gotarbêjê mizgefteke Duhokê mamoste Îdrîs Berwarî ji K24ê re got: “Pêştir me ji welatiyan re ragihand ku dema bêne mizgeftê, divê pabendî rêkarên xweparêziyê bin û dema rûniştinê jî, divê hinekî ji hev dûr bin.”
Got jî: "Parastina xwe û xelkê erkekî olî ye, ji ber vê yekê divê welatî pabendî rênimayên xweparêziya ji Koronayê bin û kêmtir serdana malên hev bikin."