Rêbaz Hemlan: Hefteya bê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan eşkere kir ku hefteya bê, şandeke Hikûmeta Herêmê dê serdana Bexdayê bike.
Hewlêr (K24) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan eşkere kir ku hefteya bê, şandeke Hikûmeta Herêmê dê serdana Bexdayê bike.
Rêbaz Hemlan ji K24ê re ragihand: “Hefteya bê, şanda Hikûmeta Herêmê dê serdana Bexdayê bike, mebesta serdanê jî mekanîzmaya cîbicîkirina budceya 2021ê ya Iraqê ye, bi taybetî ew beşa ku pêwendiya wê bi maf û îmtiyazên Herêma Kurdistanê ve heye, da ku weke çawa di yasayan de hatiye, bi heman şêwe were cîbicîkirin.”
Li ser mûçeya meha bê ya karmendan, Rêbaz Hemlan diyar kir: “Me berê gotiye, dabeşkirina mûçeyan bi jêbirînê, tenê xweguncandin e ligel wê dahata li ber destê Herêma Kurdistanê, ku ji dahata petrol û deriyên sînorî, gumrig, bac û rusûmatan pêk tê, eger yasaya budceya Iraqê bikeve warê cîbicîkirinê û ligel wê dahata me ya ku heye têra mûçeyê bike, bêguman jêbirîna mûçeyê namîne, eger têrê neke jî, rêjeyeke gelek kêm dê jê were birîn.”
Derbarê projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê de Rêbaz Hemlan eşkere kir: “Projeyasaya budceyê ji aliyê Wezareta Darayî û Wezareta Plandanînê ve hatiye amadekirin û çend caran hatiye Encûmena Wezîran, lê belê hinek kêmasî tê de hebûn, loma ji Wezareta Darayî re hat vegerandin û hat sererastkirin, di civîna bê de dê were Encûmena Wezîran û piştre jî dê ji Parlamentoya Kurdistanê re were şandin.