Li Efrînê teqîn: Zarokek birîndar bû
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek teqiya û di encama bûyerê de zarokek birîndar bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek teqiya û di encama bûyerê de zarokek birîndar bû.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand; li nêzîkî xaçerêya Newroz a li navenda Efrînê bombeyek teqiya û zarokek birîndar bû.
Ji dema ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê herêma Efrînê dagir kirine, li nav bajêr car caran teqîn çêdibin û di encama teqînan de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.
Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola komên çekdar ên Tirkiyê de ye.