Peykerên şivan û pezî li nêzîkî balafirgehê Diyarbekirê hatin danîn
Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve peykerên şivan û pezî li çariyana balafirgeha bajêr hatin danîn.
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê ve piştî ku li Çariyana Yonca ya li ser riya balafirgehê peykerên zebeş, govendgeran, hosteyê sifrê, bazinê zêr, vê carê jî peykerê şivan û pêz hat danîn.
Peykerê şivanê ku kepen li xwe kiriye, kefiya cemedanî girê daye û xwêdank li stûyê xwe de aniye, pêlava qîr û goreya rîs wergirtiye û bo pêz bilûrê lê dide, hatiye danîn. Her dîsa li derdora şivanî peykerên seyek gewr û gir, mih û berx û beran û bizin û nêrî jî hatine danîn.
Ji aliyê şaredariyê ve peykerên zarokê di zebeşî de û hosteyê ku sêniya qedayîfan di destan de bû ji ber rexneyên raya giştî hatibûn rakirin. Lêçûnên peyker û hawirdorê jî rastî rexenyan hatibûn. Rayedarên şaredariyê dabûn zanîn ku peykerên hatine rakirin dê werin guhertin û ji nû ve li cihên wan werin danîn.