Di 5 rojan de zêdetir ji 62 hezar Geştiyar serdana Hewlêrê kirin
Di pênc rojên derbasbûyî de bêtirî 62 hezar geştiyaran serdana parêzgeha Hewlêrê kirine û geştiyar dikarin li cihên geştyariyê bimînin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di pênc rojên derbasbûyî de bêtirî 62 hezar geştiyaran serdana parêzgeha Hewlêrê kirine û geştiyar dikarin li cihên geştyariyê bimînin.
Rêvebirê Giştî yê Geştevanîyê yê Hewlêrê Ismaîl Mînexan ji K24ê re ragihand, ji roja 17 vê mehê heta roja 22 Gulan 2021ê, 62 hezar û 407 geştiyar hatine deverên geştiyariyê yên parêzgeha Hewlêrê.
Herwiha eşkere kir, ev amaran li xalên kontrolê yên Mexmûr, Xazir û Şêrawa yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatine komkirin û tevahiya kompaniya û geştiyaran bi mercê pabendbûna bi rênimayên tendirustiyê derbas bûne.
Ismaîl Mînexan diyar kir jî, hinek kompanyayên geştiyariyê li navçeyên Gola Fêlaw û Kanî Best xwastin pareyê ji geştiyaran bibin da ku bimînin, lê belê wan nehiştiye ku ev kompanya pereyan bibin. Tekez kir jî geştiyar dikarin bi şev li wan navçeyan bimînin, lê belê nabe ti kes yan kompanya pareyan ji geştiyaran bibin.