Hosteyekî kurd “Çî Kufte” bi şêwazeke ciyawaz çêdike
Hosteyê Kurd ê Diyarbekirî Ahmed Sur navê xwarina Kurdan ku li ser vê carna nîqaş tê kirin, bi vî awayî dide nasîn.
Stenbol (K24) – Hosteyekî kurd li Stenbolê bi şêwazeke ciyawaz û bi bikaranîna kelûpelên balkêş xwarina Kurdan a navdar çî kofte ango bi navekî din çigî goşt çêdike ku bala xelkê vî bajarî jî dikêşîne ser xwarina Kurdan.
Hosteyê Kurd ê Diyarbekirî Ahmed Sur navê xwarina Kurdan ku li ser vê carna nîqaş tê kirin, bi vî awayî dide nasîn û ji zemanê berê çend nimûne nîşan dide.
Hosteyê Xwarina Çî Kofte Ahmet Sur ji K24ê re dibêje: “Hinek dibe ji bo xweytiya malê agir nedîtiye ku xwarin çêke çûye vê xwarinê çêkiriye. Hinek jî dibêje wexta Îbrahîm avêtina nav agirê, li gorî gotina hinek kesan jî, şivan li çiyayê ji ber ku agir tune bûye di destê wan de çi hebe bi baharat û pelê dara tev li hev xistiye û çêkiriye. Ji wê roja heta îro bi destên cuda cuda hatiye vê merhaleyê.”
Hosteyê Kurd ji hosteyên din ciyawaztir xwarina çî hazir dike û bi bikaranîna hin melzemeyên cuda ên wek gûz û fistiq bala xelkê jî dikêşîne ser xwarina Kurdan.
Ahmed Sur dibêje: “Ev goştê kutandî ye. Ev gûzê Exlatê ye. Wekî din jî nabe. Heta em dikarin bi findiq û behîva jî dikarin çêdikin. Li gor daxwaza xelkê em dikarin melzemeyên cuda lê zêde bikin.”
Ev xwarina Kurdan ku li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li bajarên Semsûr û Rihayê gelek bi nav û deng e lê niha bi destê hosteyên Kurd ên wek Ahmedê Diyarbekirî li aliyê Tirkiyeyê jî gelek belavtir dibe.