Qamişlo bê ava vexwarinê ye

Krîza avê li hin taxên bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê aloz bûye.

Qamişlo (K24) – Krîza avê li hin taxên bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê aloz bûye û welatî neçar dibin ku avê bi riya sîtêrên bikirin. Aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser jî dibêjin ku tunebûna elekitrîkê sedema sereke ya ji bo kirîza avê ye.

Bi dirêjahiya pênc rojan, av derbasî mala bavê Ebdulla li bajarê Qamişlo nebûye û ji bêçareiyê, ew heftane derdora çar hezar Lîreyên Sûrî li hember kirîna ava vexwarinê dide. Herwiha, bi riya sîtêrên taybet re jî ava bîran a ji bo vexwarinê nayê bikaranîn, ji bo şuştin dikire. Galonên ji bo dagirtina avê jî li derdora hewşa mala wî rêzkirî ne, lê vala dibin û bi rojan malbat bê av dimîne.

Bavê Ebdulla ji K24ê re got: “Ev 5 roj in mala min bê av e. Em avê ji sîtêran dikirin û ava wê jî na pak e. Herwiha ez ava vexwarinê jî dikirim. Ava sîtêran tenê ji bo şuştinê ye.”

Her ku werzê Havînê dest pê dike, kirîza avê ya bê dawî, li hin taxên bajarê Qamişlo rû dide. Hejmarek jinên taxa Zeytûniyê ku zêdetirî mehekê ye ji avê bê par mane, li pêşiya gerîndgeha avê ya bajarê Qamişlo kom bûne û bo çareserkirina rewşa wan, bang li aliyên berpirs dikin.

Dayika bi navê Ezîze dibêje: “Ji berî Rojiyê ve, ji du mehan ve em bê av in. Ez pîrejineke nexweş im û mêrê min jî tune ye û ji min nayê ku avê bikirim. Bila avê di boriyan re berdin.”

Li gor berpirsên avê li bajarê Qamişlo, ji encama kevinbûna toreyên avê li hin taxên ku dikevin derdora bajêr û pêwîstiya wan bi nûkirinê, herwiha tunebûna elekitrîkê, kirîza avê berdewam dike û weku çareseriyeke demkî, sîtêr bo xelkên bajêr hatine amadekirin da ku avê li wan belav bikin.

Berpırsê Gerînendeya Avê li Qamişlo Dedîî Îsa ji K24ê re got: “Dema bikaranîna avê zêde dibe, divê elektirîk neyê birîn, eger elekitrîkê bê birîn, westgeh dê çawa avê bide welatiyan. Di vê rewşê de niha gelek amadekariyên me hene, lê di heman demê de tora boriyên avê ev bûye 30 – 40 sal in destkarî tê de nehatiye kirin, ev pirsgirêk jî di çend rojan de çareser nabin. Em hewl didin hêdî hêdî van pirsgirêkan çareser bikin

Tunebûna elekitrîkê dibe sedema kêşeyên mezin li bajarên Rojavayê Kurdistanê, mîna kirîza avê, ev tunebûn jî li gor berpirsên Rêveberiya Xweser, ji encama kêmbûna rêjeya ava çemê Ferat de ye ku ji hêla Tirkiyê ve kêm tê berdan.

Kêmbûna hejmarên sîtêrên girêdayê bi rêveberiya xweser ji hêlekê ve û keysebaziya xwedanên sîtêrên taybet ji hêleke din ve, rewşa xelkên bajarê Qamişlo bi destpêka werzê havînê re zehmetir dikin, heman xelkên ku bê çare bendewarî çareserkirina vê kirîzê ne di zûtir dem de.