NY: Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê ne beşek ji proseya siyasî ye
Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê: Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê ne beşek ji proseya siyasî û biryara 2254 e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê radigihîne, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê ne beşek ji proseya siyasî û biryara 2254 e.
Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, Netewên Yekgirtî tekeziyê li girîngiya gihîştina bi çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 li Sûriyê dike û ew rê tenê dawiyê li krîz û azarên gelê Sûriyê tîne.
Diyar kir jî, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê yên hatine kirine, Netewên Yekgirtî tê de ne başdar e û ew hilbijartin jî ne beşek ji proseya siyasî ya wî welatî ye.
Li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya 2254'an a sala 2015'an de, divê proseya siyasî ya çareserkirina krîzê, bi riya hilbijartinên azad û dadperwerane, li gorî destûreke nû di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî û li gorî pîvanên navneteweyî be û divê hemû Sûrî yên li Sûriye û derve mafên wan beşdarbûna tê de hebe.
Ev daxuyaniya Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê piştî wê yek tê, duhî li Sûriyê li herêmên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de proseya dengdanê ya hilbijartinên Serokatiya Sûriyê hat kirin.
Berî hilbijartinan jî, Wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanaya û Îtalyayê jî duhî di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê ne rewa ne.