Rewşa tendirustiya Beytocan baş e
Piştî demeke dirêj û tedawiya nexweşiya pençeşêrê rewşa tendirustiya hunermendê naskirî Beytocan baş bûye.
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî demeke dirêj û tedawiya nexweşiya pençeşêrê rewşa tendirustiya hunermendê naskirî Beytocan baş bûye.
Hemwelatiyê Kurd ê li Swêdê Selam Kurde wêneyên hunermendên kurd Armanc û Beytocan di hesabên xwe yên tora medyaya civakî de belav kiriye.
Selam Kurde ragihandiye: “Kak Beyto û Kak Armanc hatine serdana min. Kêfxweş im ku rewşa tendirustiya Kak Beytocan baş e.”
Hunermendê naskirî Beytocan demeke dirêj e bi nexweşiya penceşêrê ketiye û ji ber wê nexweşiyê ji karûbarên xwe yên hunerî dûr ketibû.
