Piştî şewata li Kampa Şarya rêveberê kampê ji kar hat dûrxistin

Piştî bûyera şewata li Kampa Şarya ya li parêzgeha Duhokê, li ser daxwaza awareyên li nav kampê, rêveberê kampê ji kar hat dûrxistin û rêveberê berê vegeriya ser wî karî.

Duhok (K24) – Piştî bûyera şewata li Kampa Şarya ya li parêzgeha Duhokê, li ser daxwaza awareyên li nav kampê, rêveberê kampê ji kar hat dûrxistin û rêveberê berê vegeriya ser wî karî.

Peyamnêrê K24ê yê li Duhokê ragihand; dema Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana Kampa Şarya kir, ku li kampê şewat deketibû û ji bo rewşa awareyên li kampê serdan kiribû, awareyên kampê rêveberê xwe wek xemsar bi nav kirin û ji parêzgar xwestin ku ji kar were dûrxistin û li şûna wî rêveberê berê yê kampê Hekar Mihemed Emîn vegere ser karê xwe.

Piştre Rêveberê Ragihandinê yê Parêzgariya Duhokê Milet Ismet li ser hesabê xwe yê Facebookê, nûçeya dûrxistina rêveberê kampê û vegerandina rêveberê berê pişrast kir.

Duh li Kampa Şarya agir bi çadiran ket û zêdetirî 500 çadirên awareyên Şingalê şewitîn û hejmarek aware jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bûyera şewatê ya îro ya li Kampa Şarya ya li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand û tekezî li ser piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo qerebûkirina zirardîtiyên vê bûyerê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ez ligel parêzgar axivîm û em piştevaniya temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstî û qerebûkirina zirardîtiyan dûpat dikin. Herwiha ji xêrxwazan daxwaz dikim ku alîkariyên zêdetir ji bo kampê dabîn bikin.