Tevî astengiyan xebatên ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê berdewam in

Li gel ku Şahiyên Zimanê Kurdî li Cizîr û Wanê hatin qedexekirin jî, xebatên ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê berdewam dikin.

Diyarbekir (K24) – Li gel ku Şahiyên Zimanê Kurdî li Cizîr û Wanê hatin qedexekirin jî, daxwaz, çalakî û xebatên ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê berdewam dikin. Piştî Cizîrê li Wanê jî bi biryara parêzgariya Wanê, ciyê çalakiya zimanê Kurdî hat qedexe kirin, lê pêkhateyên çalakiyê daxwazên xwe ragihandin û dilan dîlan gerandin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî, xwestibû ku bi piştgiriya partî, sazî û welatiyên Kurd li parka Musa Anter ya Wanê duyemîn Şahiya Zimanê Kurdî li dar bixe, lê 2 serîlêdanên wan jî ji aliyê parêzgariya Wanê ve neyînî hatibûn bersivandin. Dîsa jî pêkhateyên ku piştgiriyê didin bi daxuaynî û çalakiyan daxwazên xwe ragihandin.

Sekretera Tora Ziman û Çanda Kurdî Şîlan Elmas Kan ragihand ku daxwaza Wan ya ku ‘zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî’ li Tirkiyeyê û bakûr; pêwistiyeke bi milyonan gel û welatiyan e, loma jî ev daxwaz dê bigihê armanca xwe.

Şîlan Elmas Kan ji K24ê re got: “Bi daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî em îro li vê derê bûn. Her çiqas ku xwestin vê armanca me asteng bikin jî negihiştin armanca xwe û çiqas astengî danîn jî ev dîmênê li vê derê helwesta gelê Kurd e û xwedîlêderketina zimanê Kurdî û nasnameya  xwe ye. Emê çalakiyên xwe li her derê bidomînin, em çok danaynin û çiqas qedexe û astengiyan deynin jî; em Kurdin, zimanê me Kurdî ye û emê Kurdistanî bimînin.”

Serokê Giştî Partiya Însan û Azadî PÎAyê Mehmet Kamaç bal kişand ku zimanê Kurdî ku bi dehan milyon Kurd pê diaxifin, di gelek pêkutî û astengiyan de derbas buye û êdî pêşîlêgirtina dawaza rewa ya fermîbûn û perwerdehiyê nikare bê asteng kirin.

Mehmet Kamaç dibêje: “Ew şahiyên ku li ser ziman werin li darxistin, asteng kirin û pêşiya me girtin. Duhî li Cizîrê îro jî li Wanê. A Amedê hêj ne dîyar e, roja duşêmê ye. Îro mi digot ku emê li parka Mûsa Anter bi gelê xwe re, wek ku me ragihandibû, emê sala 2021’an bikin sala zimanê Kurdî ku li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Emê bi gelê xwe re şahiyên xwe bidomînin.”

Nivîskarê Lêkolîner Îbrahîm Sungûr jî anî ziman ku qedexekirin û asteng kirina zimanê bi dehan milyon însanan şerma, desthilatdara ye û divê cîhan jî vê şermê ji nedîtî ve neyê.

Nivîskar Îbrahîm Sungûr got: “Heger li welatekî azadiya ziman, raman û derbirînê tunebe, ji hemwelatiyan wêdetir şermezarî ya rêvebiriyê ye. Ji aliyekÎ ve dê xwe di qada navneteweyî de wek demokrat û parêzvanê demokrasiye nişan bidin. Ji aliyê din de jî çalakiyan qedexe bikin, derbirîna boçûnan qedexe bikin û daxwazên ziman asteng bikin.”

Li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê her diçe daxwaza ku zimanê Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê zêdetir dibe û niha jî mebest ew e ku ji milyon û nîv zêdetir îmzeyên daxwazkarên zimanê Kurdî bên tomar kirin û ji bo saziyên Tirkiyeyê û navneteweyî ew daxwaz bên sipartin.