Pêşmerge, artêşa Iraqê û hevpeymanan operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê dikin

Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dest bi operasyoneke hevbeş li Germiyanê li dijî DAIŞê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dest bi operasyoneke hevbeş li Germiyanê li dijî DAIŞê kir.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, operasyona hevbeş îro demjimêr 4:30 dest pê kir û hêzên beşdar ji çend aliyan ve êrîşî çekdarên DAIŞê li çiyayên Xare û gundê Belkane û Zinane kirin.

Peyamnêrê me diyar kir, hêza Pêşmerge gihîşt kûrahiya ku çekdarên DAIŞê ji çend salan ve xwe lê vedişerin û tunelek DAIŞê kontrol kir ku tê de bombe û otomobîlên bombekirî dihatin dirustkirin.

Got jî: “Navçeya ku Pêşmerge gihîştiyê, goreke bikomî lê ye û termên kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û kuştin tê de ne.”

Ev di demekê de ye, pêştir jî hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê bi Hevpeymaniya Navdewletî re li navçeya Dawde li Germiyanê êrîşî ser çekdarên DAIŞê kirin û hejmarek çekdar kuştin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, firokeyên Hevpeymanan li navçeya Dawde bi giranî cihên çekdarên DAIŞê bombebaran dikin, li gor zanyariyan jî ziyaneke mezin gihîştiye çekdarên DAIŞê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, çekdarên DAIŞê li navçeyên Belkan, Xare û Tawêrk çendîn welatiyên bêtawan kuştine û di gorên bikomî de veşartine û navçeya di navbera Kifrî û Xurmatû de jî wek cihekî ewle ji xwe re dîtine.