"Biryara girtina nivîsgehên K24ê xizmeta siberoja Kurdan nake"

Berpirsê Rêxistina Berçav a Azadî û Ragihandinê Farûq Hac Mistefa li ser biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ji aliyê Reveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê, diyar kir ku wan ti car neanîne bîra xwe ku rojek ji rojan biryareke wisa were dayîn.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Rêxistina Berçav a Azadî û Ragihandinê Farûq Hac Mistefa li ser biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ji aliyê Reveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê, diyar kir ku wan ti car neanîne bîra xwe ku rojek ji rojan biryareke wisa were dayîn û destnîşan kir ku biryara girtina nivîsgehên K24ê xizmeta siberoja Kurdan nake.

Farûq Hac Mistefa beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û destnîşan kir ku Kurdistan24 projeyeke netewî ye û bi awayekî pîşeyane û profesyonel karê xwe li Rojavayê Kurdistanê dikir.

Mistefa bal kişande ser wê yekê ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi medyayeke weke Kurdistan24ê heye û got: “Em di demeke şer de dijîn, heta niha kesên birçî li cem me gelek in, kesên ku zilm li wan tê kirin gelek in, DAIŞ heta niha li ser lingên xwe ye û li derdora me diçin û tên, gefên wê hene, em hewceyî raya giştî ne. Kanaleke weke Kurdistan24 ku ji gelek medyayên cîhanî re bûye çavkanî, eger îro were girtin, birastî zirareke mezin e ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.”

Berpirsê Rêxistina Berçav a Azadî û Ragihandinê Farûq Hac Mistefa diyar kir: “Divê mafê karê medyayê mafekî parastî be û li ser hemû biryaran be, divê medya azad be, ji bo ku azad be birastî berpirsyariyeke mezin jê re lazim e.”

Farûq Hac Mistefa destnîşan dike ku biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê biryareke şaş e û xizmeta pêşeroja Kurdan nake.

Fly Erbil Advertisment