Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet ê Amerîkayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 23yê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de John Godfrey û şanda ligel wî kir.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 23yê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de John Godfrey û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de pêşhat û guhertinên li Iraq û Sûriyê û hewldanên berdewam ên di rûbirûna gefên terorîstên DAIŞê de hatin gotûbêjkirin.
Nûnerê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî de nîgeraniya xwe li ser zêdebûna gefên DAIŞê li hinek deverên Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li ser girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge û artêşa Iraqê di nehîştina wan gef û metirsiyan de kir. Herwiha destnîşan kir ku hefteya bê dê li paytexta Îtalyayê civîneke taybet a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê were lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya Hevpeymaniya Navdewletî kir ji ber piştevanîkirina Pêşmerge û aktîfkirina navendên hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê girîng zanî bo nehîştina gef û metirsiyên DAIŞê.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku girîng e şandeka Herêma Kurdistanê jî beşdarî civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Romayê bibe.