Amerîkayê navê Tirkiyê xiste nav lîsteya welatên ku zarokan çekdar dikin

Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiye xiste nav lîsteya "welatên ku tevlî bikaranîna zarokên leşker."

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiye xiste nav lîsteya "welatên ku tevlî bikaranîna zarokên leşker." Ev cara yekem e ku hevalbendek NATOyê di nav lîsteyeke wisa de cih digire.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora Bazirganiya Mirovan ya 2021ê de diyar dike ku Tirkiye ev demeke dirêj e li Sûriyê “Piştgirya berbiçav dide zarokên leşker”.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve yê Amerîkayê herwiha amaje bi bikaranîna zarokên leşker li Lîbyayê kir û got ku Washington hêvî dike ku bi Enqereyê re pirsgirêkê çareser bike.

Rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî “Bi taybetî di derbarê Tirkiyê de... Cara yekem e ku endamekî NATOyê di lîsteya pêşîlêgirtina leşkerên zarok de cih digre. Wekî serokê herêmê û endamê NATOyê rêzdar, wekî serkirdeyekî herêmê û endamê NATOyê yê rêzdar, derfeta Tirkiyê heye ku pirsgirêka şandin û bikaranîna leşkerên zarok li Sûriye û Lîbyayê çareser bike.”

Li gorî rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê welatên ku di vê lîsteyê de cih digrin, di derbarê alikariya ewlehiya diyarkirî û lîsanskirina bazirganiya alavên leşkerî de bêyî bexşandina serok tên sînordarkirin.