Li Rojavayê Kurdistanê kesekî din jî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî jî canê xwe ji dest daye.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî jî canê xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 3 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 1 kes li Reqayê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18563 kesan, ji wan 1881 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.