Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê: Divê Kurd ji ber daxwaza mafên xwe nekevin girtîgehê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû, girtîgeha Diyarbekir dê bibe navenda çandê.

Diyarbekir (K24) – Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê Girtîgeha Diyarbekir wek Navenda Çandê were amadekirin, kesayetên ku di girtîgehê de rastî êşenceyên tund hatibûn amaje dikin ku ya girîng ew e Kurd êdî ji ber Kurdbûna xwe nekevin girtîgehan.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Diyarbekir de ragihand ku dê Girtîgeha Diyarbekir a ku bi êşkenceyên tund ên dijî Kurdan tê nasîn dê wek Navenda Çandê were amadekirin. Serokomar amaje kir Girtîgeha Diyarbekir a ku bi kiriyarên xirap di bîra mirovahiyê de cih girtiye dê were vala kirin û dê wek Navenda Çandê xizmetê bide.

Kesên ku di Girtîgeha Diyarbekir de êşkenceyê giran dîtine dibejin gevak baş e lê ya girîng ew e ku Kurd ji ber daxwaza mafên xwe êdî nekevin girtîgehan. Vasif Kahramanê ku di Girtîgeha Diyarbekir de rastî êşkenceyên tund hatiye dibêje xebatek baş e ku ew kiriyarên tund nedin jibîrkirin lê divê ev yek bo berjewendiyên siyasî neyê bikaranîn.

Siyasetmedar û mexdûrê girtîgeha Diyarbekir Vasif Kahraman ji K24ê re got: “Proje ji dil û can be, bibe wesîle ku kiriyarên xirap ên li wê derê hatine jiyin were dîtin, zilm û tedariya ku me dîtiye nîşanî cîhanê bike ango ji girtîgehbunê derkeve û bibe navenda çandê dê gaveke baş be. Lê ji bo ku dengên Kurdan bistînin gaveke wisa diavêjin.”

Kesên ku di demê herî dijwar de di Girtîgeha Diyarbekir de mane bang li desthilatê dikin ku Girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexane û balê dikêşin ku divê pêvajoya guherîna Girtîgeha Diyarbekirê de û çarenûsa wê de bi kesên ku êşkence ditîne bişewirin. Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan û mafnas Hasan Dagtekîn ku ew jî yek ji mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê ye tîne zimên ku derbarê çarenivîsa girtîgehê de biryara herî rasteqîn mexdûr dikarin bidin.

Hasan Dagtekîn dibêje: “Bila viya di gotinê de nemîne. 12 sal berê jî gotin, niha dûbare dikin. Yanî zikê me ji gotinan têr e. Bila zûtirîn dem de bikin lê bila bikin muzexane. Ne tenê ez dibêjim. Kesên ku îmze kom kirine, komîsyon ava kirine, me ji partiyên parlementoyê re pêşkêş kir ku bibe muze. Gelek documenter û fîlm hatin kêşan. Bila li wan kesan bişêwirin.”

Girtîgeha Diyarbekirê piştî derbeya leşkeri ya 1980yê de bibû navenda êşkenceyên giran ên dijî Kurdan ku bi vê teybetmendiya xwe di cîhanê de deng veda û ket lîsteya 10 girtîgehên herî xirap ên cîhanê de. Di Girtîgeha Diyarbekir de navbera salên 1981 û 89an de 34 kesan ji ber êşkenceyên giran jiyana xwe ji dest dan, 5 kes di greva birçîbûnê de mirin, 4 kesan xwe şewitandin û mirin, 5 kesan jî xwe daleqandin lê qet kesek ji ber kiriyarên xirap nehat darizandin.

Fly Erbil Advertisment