Sererkanê Amerîkayê: Em amade ne dest bi şer bikin

AP: JD Vance û Qalîbaf tevlî gera duyê ya danûstandinan dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Tenê çend saet berî bidawîbûna agirbesta di navbera Waşinton û Tehranê de, Serokê Amerîkayê û Sererkanê wî welatî peyama "amadebaşiya şer" ragihand. Di eynî demê de Associated Press (AP) ragihand ku JD Vance û Qalîbaf dê tevlî gera duyê ya danûstandinên li Îslamabadê bibin.

Malpera “Axios”ê îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) ji zarê Sererkanê Amerîkayê Dan Kane ve belav kir: "Em li ser lêva amadebaşiya temam in daku di her kêliyê de operasyonên şer ên mezin li dijî Îranê bidin destpêkirin." Ev daxuyanî nîşaneke zelal e ku Waşinton li benda bidawîbûna agirbestê ye daku dest bi bombebaranan bike, eger lihevkirin pêk neyê.

Trump careke din peyama wêrankirinê arasteyî Tehranê kir û ragihand: "Eger agirbest şeva Sêşemê bi dawî bibe û lihevkirin neyê kirin, hejmareke zêde ya bombeyan dê dest bi teqînê bikin." Trump tekez jî kir ku armanca wî ya sereke tenê yek tişt e: "Divê Îran tu carî nebe xwediya çekê atomî."

Trump li ser danûstandinên Îslamabadê jî got ku, Waşinton razî bûye ku şanda xwe bişîne, lê ji bo wî ne giring e ku Îran tevlî dibe yan na. Herwesa got: “Amadenebûna Tehranê di danûstandinan de ji bo min ne pirsgirêka e."

Herwesa “AP”ê ji zarê çavkaniyeke Pakistanê belav kiriye ku, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dê tevlî gera duyê ya danûstandinan bibin. Mijarên çekê atomî, ewlehiya deryayî û mafên her du aliyan dê di vê civînê de bên nîqaşkirin.

Li beranberî wê yekê jî, ajansa "Tesnîm"ê ya Îranî ji zarê çend çavkaniyan ragihand ku, hêzên çekdar ên Îranê di amadekariya destpêkirina şerekî gengaz de ne. Tehran Waşintonê tawanbar dike ku "daxwazên zêde û nelojîk" hene û berdewamiya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê û jêrxaneya wê ya aborî wekî "ragihandina şer" dibîne, ne wekî bizavekê ji bo aştiyê.

Îro dema du hefteyan a agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê bi dawî dibe. Tevî ku tîma danûstandinan a Amerîkayê (Vance, Kushner û Witkoff) li ser rêya Pakistanê ne, lê têkçûna rewşa Tengava Hurmizê û daxuyaniya wekî gefan ên her du aliyan hêviyên dirêjkirina agirbestê û ber bi nemanê birine.