Li Herêma Kurdistanê hilberîna berhemên çandiniyê zêde bûye

Girîngîdana sektora çandiniyê di van du salên borî de ji karên ewil ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye.

Hewlêr (K24) – Girîngîdana sektora çandiniyê di van du salên borî de ji karên ewil ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye. Di Kabîneya Nehem de asta veberhênana sektora çandiniyê bo %8.5 zêde bûye û li gor sektorên din, kariye bikeve rêzbenda sêyem. Cotkarên Herêma Kurdistanê ji pêngavên Kabîneya Nehem kêfxweş in û daxwaz dikin ku bêhtir girîngî bi çandiniyê were dayîn.

Axa Kurdistanê ji bo çandiniyê guncaw e, cotkarên Herêmê zêdekirina berhemên xwemalî girîng dibînin, di van çend salên borî de cotkaran girîngiyeke mezin dane berhemên patatan û salane 450 hezar ton derbas kirine, tevî vê yekê ji bo bi sedan karkeran bûye derfeta kar û bûye çavkaniya debara bi hezaran kesan.

Cotkarekî ji K24ê re diyar kir: “Ez patat berhem tînim, bi saya vê derfeta kar ji bo gelek xortan peyda bûye, beriya du salan kar wisa nebû, niha ji ber ku kargeh hatine vekirin, karê me gelek bûye, em ji hikûmetê daxwaz dikin ku bêhtir girîngî bide sektora çandiniyê.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide li navxwe û derve bazaran peyda bike, cotkar dixwazin berhemên xwemalî zêde bikin û êdî xelk pişta xwe bi berhemên hawirdekirî girê nedin. Cotkar diyar dikin ku di Kabîneya Nehem de Serokwezîr tekezî li girîngiya sektora çandiniyê dike, ji ber vê yekê jî berhemên xwe li gor salên borî, zêdetir kirine.

Karkerekî jî diyar kir ku tenê li ser vî zeviyê patatan, zêdetirî 70 karker dixebitin û destnîşan kir ku axa Kurdistanê li ser asta Iraqê ji bo berhemanîna patatan axa herî baş e.

Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de moleta şeş projeyên çandiniyê hatine dayîn, ku %2,7ê hemû veberhênanê pêk tîne, ji bo ku sektora çandiniyê ciyê petrolê werbigre, Kabîneya Nehem sektora çandiniyê kiriye ji karên xwe yên ewil.