Li Herêma Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1312 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1312 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 322 kes li Hewlêrê, 411 kes li Silêmaniyê, 537 kes li Duhokê, 15 kes li Helebce, 23 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê û 1 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 914 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 197385
Mirin: 4548
Başbûn: 182386
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.