Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 11 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 11 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 11 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Tebqayê û 1 kes li Kampa Holê ye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18574 kesan, ji wan 1881 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.