Li Herêma Kurdistanê 1356 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1356 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1356 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1356 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 380 kes li Hewlêrê, 379 kes li Silêmaniyê, 551 kes li Duhokê, 43 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 775 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 110 kes li Hewlêrê, 221 kes li Silêmaniyê, 407 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Amarên giştî:
Pêketin: 198741
Mirin: 4553
Başbûn: 183161
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.