Li Herêma Kurdistanê 1307 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1307 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1307 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1307 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 328 kes li Hewlêrê, 357 kes li Silêmaniyê, 569 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniy, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 828 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 99 kes li Hewlêrê, 218 kes li Silêmaniyê, 460 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 200048
Mirin: 4560
Başbûn: 183989
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.