Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 942 kes bi vîrûsa Koronay (Covid-19) ketine û 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 942 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 65 kes li Hewlêrê, 114 kes li Silêmaniyê û 763 kes li Duhokê ne.

Diyar kir jî, 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 838 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 202134

Mirin: 4574

Başbûn: 185587

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.