Parêzgarê Sêrtê: Ji sedî 90ê pêketiyên nû, bi cureya Delta ne

Parêzgarê Sêrtê da xuyakirin, hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Sêrtê da xuyakirin, ji sedî 90ê pêketiyên nû yên Koronayê, bi cureya Delta ne û hejmara pêketiyan jî ji sala borî gelek zêdetir e.

Parêzgarê Sêrtê Osmona Hecîbektaşoglu, da xuyakirin, li Sêrtê rêjeya wergirtina vaksînê gelek kêm e û ji ber vê hejmara pêketiyan roj bi roj zêde dibe.

Osmona Hecîbektaşoglu da zanîn, ji sedî 90ê pêketiyên nû yên Koronayê, bi cureya Delta ne û bang li welatiyan kir pabendî rêkar û rênimayên xweparêziyê bibin.

Parêzgarê Sêrtê da xuyakirin, sala borî hejmara pêketiyan herî zêde li werzê Payîzê hatibû tomarkirin, lê hejmara pêketiyan niha ji wê demê gelek zêdetir e.