Hecî li çiyayê Erefeyê ne
Misilmanên ku îbadeta xwe ya Hecê cîbicî dikin, li çiyayê Erefeyê ne û bi rojî ne, dema roj diçe ava, heciyên li ser Erefeyê berê xwe didin Muzdelîfeyê.
-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-غفققفغق.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Misilmanên ku îbadeta xwe ya Hecê cîbicî dikin, li çiyayê Erefeyê ne û bi rojî ne, dema roj diçe ava, heciyên li ser Erefeyê berê xwe didin Muzdelîfeyê, heta serê sibeha roja cejnê, li wir dimînin, li gor îbadetên Hecê, di her çar rojên cejnê de hecî li bajarê Mekkehê dimînin.
Roja Erefeyê, ku 9ê Zîlhîce ye, hecî li çiyayê Erefeyê disekinin, ku ew der dikeve rojhilatê Mekkeyê, eger misilmanekî ku îbadeta Hecê dike, li sînorê Erefeyê amade nebe, îbadeta wî ya Hecê betal dibe. Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (s.x.l) wiha kerem dike: “Hec Erefe ye.”
Îsal ji ber rêkarên tendirustiyê yên vîrusa Koronayê (Covid-19), tenê 60 hezar misilman beşdarî îbadeta Hecê bûne. Hikûmeta Erebistana Siûdî ragihand ku heta niha ti haleteke Koronayê nehatiye tomarkirin.
Wezareta Hecê ya Erebistana Siûdî hemû rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê pêk anîne.
Serê sibeha cejnê, hecî dest bi recmkirina Şeytan dikin. Piştî pêşkêşkirina qurbanên xwe, hecî berê xwe didin Ke'beya pîroz ji bo îbadeta tewafê û piştre jî Sefa û Merwa û dûvre tewafa xatirxwestinê dikin.