'Hejmara pêketiyên Covid-19ê zêde bûye, dibe ku qedexe were ragihandin'
Li ser zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê, Wezareta Tendirustiyê civînekê li dar dixe
Duhok (K24) – Li ser zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê, Wezareta Tendirustiyê civînekê li dar dixe. Berdevkê Tendirustiya Duhokê jî diyar dike; dibe ku qedexeya hatûçûnê were ragihandin.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Hemze Rezîkî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Sibe civînek dê bi serperiştiya Wezîrê Tendirustiyê ligel Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê were lidarxistin, di civînê de rewşa niha ya tendirustî û Koronayê dê were nirxandin, pêşniyar dê werin gotûbêjkirin û arasteyî Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê werin kirin.”
Hemze Rezîkî diyar kir: “Hejmara pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyan zêde bûye, di pêlên berê yên Koronayê de hejmara pêketiyan weke niha li nexweşxaneyan zêde nebû, ez di wê baweriyê de me ku di civîna bê de qedexeya hatûçûnê dê were ragihandin.”
Rezîkî eşkere kir: “Piraniya kesên niha bi vîrusa Koronayê dikevin, hilgirên cûreya Delta ya Koronayê ne.”
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê destnîşan kir ku di nava çar rojên cejnê de li Duhokê 20 kesan ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan.