Li Rojavayê Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 17 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 17 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 17 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqayê û 3 kes li Dêrezorê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18613 kesan, ji wan 1890 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.