Li Herêma Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1010 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1010 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 166 kes li Hewlêrê, 122 kes li Silêmaniyê û 722 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 902 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 211828

Mirin: 4675

Başbûn: 191294

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.