Herêma Kurdistanê.. Hejmara herî zêde ya pêketiyên Korona hat tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê hat tomarkirin û hejmara pêketiyan 2 hezar kes derbas kir.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewîzî ji K24ê re ragihand, “Hejmara pêketiyên Koronayê bi awayekî leztir zêde dibe. Niha 156 haletên metirsîdar yên pêketiyên Koronayê li odeyên çavdêriya hûr hene. Ji bilî wê jî, bi dehan haletên din li nexwexaneyên hawarhatinê di bin oksicînê de ne.”

Got jî: “Amarên Koronayê li Herêma Kurdistanê bi yekcarî metirsîdar in. Di 24 demjimêrên borî de zêdetir ji 2200 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.”

Destnîşan kir jî: “Eger hejmara pêketiyan bi vî awayî berdewam be, dibe ku di rojên bê de nikaribin pêketiyan di nexweşxaneyan de werbigirin, ji ber wê daxwazê ji xelkê dikin ku xwe biparêzin û vê rewşê bi ziyaneke kêm derbas bikin.”

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê diyar kir, “Di civîna roja Sêşemê ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de, hin pêşniyazan pêşkêş dikin ji bo pêngavên dahatûyê diyar bikin.”

Amaje bi wê jî da: “Hîna rewş ji nav destan derneketiye û dikarin bi xweparastinê û cibicîkirina rênima û rêkaran vê pêlê derbas bikin.”