Amarên nû yên Koronayê.. Duhok di rêza yekem de ye
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3468 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3468 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3468 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 805 kes li Hewlêrê, 997 kes li Silêmaniyê, 1517 kes li Duhokê, 47 kes li Helebceyê, 77 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 12 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1277 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 148 kes li Hewlêrê, 322 kes li Silêmaniyê, 765 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 224283
Mirin: 4740
Başbûn: 195745
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.