Koşka Spî: Biden dê îşev li ser rewşa Efxanistanê biaxive

Joe Biden dawî li betlaneya xwe ya heftane aniye û vegeriyaye Koşka Spî.

Hewlêr (K24) – Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku îşev li gor dema Hewlêrê di demjimêr 22:45an de Serokê Amerîkayê Joe Biden dê li ser bûyerên Efxanistanê gotarek pêşkêş bike.

Koşka Spî ragihand ku Joe Biden dawî li betlaneya xwe ya heftane aniye û vegeriyaye Koşka Spî ji ber ku temamê Efxanistanê tevî Kabula paytext, kete bin desthilata Tevgera Talîbanê.

Serokatiya Amerîkayê eşkere kiriye ku Biden ji biryara vekişandina artêşa Amerîkayê poşman nîne, çimkî ji Efxanistanê daxwaz kiriye ku ji bo welatê xwe li ber xwe bidin û berevaniya xwe bikin.

Joe Biden ji ber biryara vekişandina artêşa Amerîkayê ji temamê Efxanistanê, rastî rexneyên mezin tê.

Fly Erbil Advertisment