Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir û planên wê pûç kirin

Wê grûpê hewl dida kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke terorist a ser bi DAIŞê belav kir ku amadekarî ji bo pêkanîna kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê dikirin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Dijeterora Kurdistanê plana êrîşa grûpeke DAIŞê li Hewlêrê pûç kir.

Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê diyar kir, ev grûp “ev grûpa terorîstî ya DAIŞê ji yekîneyeke ewlehiyê pêk hatiye û di plana wan de hebû li nav bajarê Hewlêrê karên terorîstî pêk bînin.”

Li gor daxuyaniyê, “Ev grûp ji destpêka îsal ve ji aliyê Emna Giştî ya grûpa terorîstî ya DAIŞê ve hatiye çalakkirin û ji aliyê emîrekî emnî yê naskirî bi Ebû Haris ve ferman bi wan hatiye kirin da ku kiryarên terorîstî li nav bajarê Hewlêrê bikin.”

Di daxuyaniyê de hatiye: “Ev grûp ferman ji bi wan hatiye dayîn, bombeyên çandinê derbasî nav bajarê Hewlêrê bikin û bi wan bombeyan kiryarên terorîstî di nav bajarê Hewlêrê de bikin û kesên biyanî û emnî bikin armanc.”

Diyar kir jî: “Ev grûpa teroristî bi hewldanên tîmên Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê û Rêveberiya Asayişa Hewlêrê hatine desteserkirin û plana wan hatiye pûçkirin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de aşkere kir: “Ji lêkolînan diyar bûye ku grûpa terorîstî ya DAIŞê û serkirdeyên wan wek pêşeya xwe ya berê, bi awayekî berdewam di hewldanan de ne ji bo ku ciwan û xurtan, bi taybet ewên ku pêştir kesek ji endamên malbatên wan endamê DAIŞê bûne, biçe bikin û bi wan kiryarên terorîstî pêk bînin.”

li gorî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, ev grûp ji heft kesan pêk dihat, di nav wan de sê ciwanên di bin 18 saliyê re ne. Ew ji parêzgehên Nînewa, Enbar û Diyala ne.