Biden: Hîn dûr e hikûmeta Talîbanê nas bikin
Serokê Amerîka Joe Biden radigihîne, hîna dûr e hikûmeta Talîbanê li Efxanistanê nas bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden radigihîne, hîna dûr e hikûmeta Talîbanê li Efxanistanê nas bikin.
Serokê Amerîka Joe Biden di bersiva pirsa rojnamevanan li ser naskirina hikûmeta Talîbanê de ragihand, “Rê ji bo yekê dûr e. Rê dûr e.”
Tevgera Talîbanê roja 15ê Tebaxa borî Kabul Paytexta Efxanistanê kontrol kir û roja din ragihand ku dê dest bi avakirina hikûmeteke nû bike.
Şeva 31ê Tebaxê jî dawî leşkerê Amerîka ji Efxanistanê derket û Amerîka erkê hêzên xwe yên leşkerî li wî welatî bi dawî anî.
Jêderên ji Talîbanê jî pêşbînî dikin ku di hefteya bê de hikûmeta nû bi serokatiya Serokê Polîtburoya Talîbanê Ebdulxenî Birader were avakirin.