Feysel Yûsif: Amerîka girîngî dide diyaloga ENKS û PYNKê
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif hûrgiliyên hevdîtina ligel rayedarên Amerîkayê eşkere kir.
Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser diyaloga Kurdî – Kurdî ragihand: “Rêkeftina ku çêbibe, divê bingeha wê em tev bawer bin, divê ev nakokî nebin, divê meseleya girtinê bên sekinandin, ev êrîşên li ser ENKSê bên sekinandin.”
Feysel Yûsif beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser civîna ENKS û rayedarên Amerîkayê ku Desteya Serokatiya ENKSê li ser daxwaza aliyê Amerîkî, roja 7ê Îlonê bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood û berpirsên dosya Sûriyê re bi awayekî online civiya, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Derbarê civîna ku di navbera ENKS û berpirsên Amerîkî de pêk hat, Feysel Yûsif diyar kir: “Rêveberiya Amerîkayê ya nû, piştî vegera wan li vê derê bi awayekî leşkerî û siyasî û dîplomasî, li ser asta Wezareta Derve bi me re rûniştin. Gera nû ya li ser danûstandinê di navbera ENKS û PYNKê de, beşek bû ji danûstandinên wan ên ku bi me re kirin, tekez kirin ku piştgiriya van danûstandinan dikin.”
Feysel Yûsif diyar kir ku nûnerên Amerîkayê xwestine nêrîna ENKSê ji bo gera nû ya danûstandinan guhdarî bikin û got: “Em her wext girîngî didin helwesta Kurdî, em her wext dibêjin ku nakokiyên di navbera Kurdan de alîkariyê nake ku em xizmetê li doza Kurdî bikin. Me nêrîna xwe jê re gotin em amade ne, lê destpêkek nû ku di demeke nêz de dest pê bike, tiştekî wisa ew vexwestin, heta niha nedane me.”
Yûsif bal kişand ser wê yekê ku kesên li hember ENKSê binpêkirinan dikin, nîşan dide ku naxwazin danûstandin çêbibin û got: “Rêkeftina ku çêbibe, divê bingeha wê em tev bawer bin, divê ev nakokî nebin, divê meseleya girtinê bên sekinandin, ev êrîşên li ser ENKSê bên sekinandin.”
Feysel Yûsif destnîşan kir; nûnerên Amerîkayê ku bi wan re hevdîtin kirin, girîngiyê didin cardin destpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî û dixwazin ev danûstandin bi ser bikevin.