Bi amadebûna Mesrûr Barzanî îdareya serbixwe ya Soran tê ragihandin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro merasîma ragihandina îdareya serbixwe li bajarê Soranê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14. 9. 2021ê merasîma ragihandina îdareya serbixwe li bajarê Soranê birêve diçe.

Pêştir roja 28. 7. 2021ê bi îmzeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn, Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe û wezaretên pêwendîdar bi cibicîkirina wê biryarê hatin raspardin.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di karnameya xwe de soz da tevahiya xizmetguzariyên giştî ji bo derveyî navendên parêzgehan veguhêze, ji bo welatî neçar nebin riyeke dûr bibirin û biçin navendên parêzgehan.

Soran, herêmeke geştiyarî, şûnwarî û bazirganî ye, 120 k.m ji bajarê Hewlêrê dûr e û dora 200 hezar kes lê dijîn. 4 nahiye (Xilêfan, Sîdekan, Diyana û Serşeme) û 364 gund ser bi Soranê ve ne.