Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê nîşan da

Mesrûr Barzanî: Devera Soran bi dirêjahiya dîrokê ji bo mafên Kurdistanê qurbanî dane

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Instagramê kêfxweşiya xwe ji bo ragihandina devera Soran weke îdareya serbixwe nîşan da û ragihand; devera Soran bi dirêjahiya dîrokê ji bo mafên Kurdistanê qurbanî dane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Devera Soran bi dirêjahiya dîrokê, ji bo mafên Kurdistanê qurbanî dane, loma ez kêfxweş bûm ku me îro îdareya serbixwe ya Soranê ragihand û Helgurd Necîb weke serperiştyarê îdareyê hat diyarkirin.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Bi rêya îdareya serbixwe, sektorên aborî û bi taybetî geştûguzariya Soranê, dê werin pêşvebirin û dê bibe sedema hêsankariyê ji bo nişteciyên deverê û kêmbûna rutîn.”

Hêjayî gotinê ye ku îro sêşemê 14ê Îlona 2021ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek wezîr, Parêzgarê Hewlêrê û berpirsên îdarî û nûnerên aliyên siyasî yên deverê, merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê birêve çû.

Di destpêka merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Helgurd Şêx Necîb weke serperiştyarê îdareya serbixwe ya Soranê diyar kir.