Li Diyarbekirê amadekariyên zivistanê dest pê kir

Amadekariya zivistanê wek kevneşopiyek çandî bi hezaran salane didome.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di çarçoveya amadekariyên zivistanê ên welatiyan de amadekarî dest pê kirin û welatî di nava kuçeyan de li hev dicivin û sebzeyan bo hişkirinê amade dikin. Amadekariya zivistanê di heman demê de wek kevneşopiyek çandî bi hezaran salane didome.

Li Diyarbekirê wekî her sal ber bi payîzê ve amadekariyên zivistanê îsal jî dest pê kirin. Amadekariyên zivistanê di gelek kuçe û kolanên kevin ên Diyarbekir de xwe didin der kul i hinek deveran jin tena sere xwe vê amadekariyê dikin li hinek deveran jî jinên taxê li hev dicivin û wek rêrismekê amadekariyên zivistanê dikin ku karên amadekariyê jî din ava jinan de tê dabeşkirin. Xatûn Demîr jî bi salane amadekariyên zivistanê bi heman coş û kelecanê didomîne û dide zanîn ku hişkkirina sebzeyan divê li gorî pergalekê were kirin û her sal dema wê jî diyar e.

Welatiya bi navê Xatûn Demîr ji K24ê re diyar kir: “2 meh ji ser havînê derbas dibin em dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Sebzeyan datînin ber tavê hişk dikin. Paşê jî kim dikin û zivistanê de dixwin. Em dixin qewanozan de dihiltînin.”

Gelek cureyên sebzeyan di çarçoveya amadekariyên zivistanê de tên bikaranîn lê sebzeyên ku herî gelek tên bikaranîn jî firingî, bacanê reş, îsot in. Xezal Ayal jî derbarê sebzeyên bo hişkirinê tên neqandin de balê dikêşe ku ew bo hişkkirinê sebzeyên gundan ên organik bi kar tînin, ji berk u sebzeyên bihormon bin kêrî hişkkirina bo zivistanê nayên.

Xezal Ayal dibêje: “Em îsotan, firingiyan, fasuliyan, bacan hişk dikin. Biha ne em nikarin bikirrin û di bazarê de jî namîne. Em ji ber wê hişk dikin û zivistanê de dixwin. Em firingiyên tînin. Ên gundan xweştir in”

Li Diyarbekirê bi destpêkirina serdema hişkkirina sebzeyan li serbanan, şibakeyan û şaneşînan de pêkane ku sebzeyên hatine rêzkirin werin dîtin ku heta salên dawîn jî tenê bo xwarinê ev kevneşopî dom dikir li pirraniya Diyarbekir hîn jî wisa ye lê di demên dawîn de ev kevneşopî ewqas pêş ket û belav bu ku êdî sebzeyên hatine hişkkirin tên firotin û heta derveyî welêt jî tên rêkirin. 

Fly Erbil Advertisment