PDK-S: Endamê partiya me piştî xwepêşandanan hat revandin

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ziyad Mihemed Şerîf piştî xwepêşandanên li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên PYDê ve hat revandin.

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ziyad Mihemed Şerîf
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ziyad Mihemed Şerîf

Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand; endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ziyad Mihemed Şerîf piştî xwepêşandanên li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat revandin.

ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand; duh roja înê 24ê Îlona 2021ê li ser banga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Cil Axa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê li dijî bilindbûna nirxên sotemenî û nan û ferzkirina bacê li ser welatiyan û desteserkirin û girtina kadro û endamên ENKSê ji aliyê PYDê ve, xwepêşandan li dar xistin.

Herwiha destnîşan kir ku tevî gef û hewldanên ji bo betalbûna biryara xwepêşandanan ku ji hêla alîgirên PYDê ve hatin kirin, xelkê bajarên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berfireh xwepêşandan encam dan û di xwepêşandanan de grûpeke bi navê "Ciwanên Şoreşger" ku alayên PKKê bilind kiribûn, êrîşî xwepêşanderan kirin û di encama êrîşê de hejmarek welatî birîndar bûn û zirar dan otomobîlên welatiyan.

ENKSê eşkere kir ku piştî xwepêşandanan grûpeke ser bi PYDê welatiyê bi navê Ziyad Mihemed Şerîf ji cihê wî yê kar ê li sûka bajarê Qamişlo revandin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kiryarên tirsandinê yên bi vî rengî bi awayekî tund şermezar dike û daxwaz dike ku kesên desteserkirî û revandî demildest werin berdan.”