Emîrê berê yê DAIŞê li Efxanistanê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Talîbanê nûçeya kuştina emîrê berê yê DAIŞê li Efxanistanê Ebû Omer Xurasanî ragihand.
Medyaya Efxanistanê li ser zarê berpirsên Tevgera Talîbanê ragihand, emîrê berê yê DAIŞê li Efxanistanê Ebû Omer Xurasanî duhî êvarê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hate kuştin.
Ebû Omer Xurasanî sala 2017an bûbû emîrê DAIŞê li Efxanistanê û di meha Gulana 2020an de ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibû desteserkirin.
Meha borî rojnameya “Wall Street Journal” belav kiribû, piştî ku çekdarên Talîbanê Kabul kontrol kirin, Ebû Omer Xurasanî û 8 çekdarên din ên DAIŞê di zîndana Kabulê de kuştin.