Hikûmeta Herêmê sê projeyên geştûguzariyê li Silêmaniyê encam dide

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê encamdana sê projeyên girîng li Silêmaniyê ragihand.

Dîmenek ji bajarê Silêmaniyê
Dîmenek ji bajarê Silêmaniyê

Silêmanî (K24) – Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê encamdana sê projeyên girîng li Silêmaniyê ragihand, ku çêkirina rêzeprojeyên geştyariyê li çiyayê Giwêje û Çeqçeq û çemê Qilyasan e.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Geştûguzariyê ya Silêmaniyê Elî Reûf ji K24ê re ragihand: “Plan hatiye danîn, ji bo vejandina çemê Qilyasan, Serçinar û çemê Çeqçeqê û çiyayê Giwêje, herwiha projeya Dukan – Geştyarî niha di qonaxa amadekirina peymanê de ye.”

Desteya Geştûguzariyê ji bo pêşvebirina projeyên geştyariyê hewl dide hemahengiya zêdetir ligel veberhêneran û sektora taybet bike û biryar daye %30yê xebatkarên hotel û cihên geştyariyê xebatkarên navxwe û derçûyên zanîngeh û peymangehên beşa geştûguzariyê bin, ji bo pêkanîna derfeta kar ji bo ciwanan.

Seroka Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Emel Celal ji K24ê re ragihand: “Me beriya niha ragihand ku divê karmendên cihên geştyariyê ji %30 derçûyên warê geştyariyê û zanîngeh û peymangehan bin, di qonaxa yekem de em ê kursa rahênanê ji bo karmendan vekin, bûye sê hefte kurs li Hewlêrê dest pê kiriye, piştî temambûna vê kursê, divê hotel û cihên geştyariyê pabend bin bi rêjeya ji %30 karmendên wan yên navxweyî bin.”

Li ser vejandina sektora geştyariyê, Serokê Kompanya û Nivîsgehên Geştyariyê yên li Silêmaniyê Eta Mihemed dibêje: “Li gor plana me ji bo werzên geştûguzariyê, îsal zêdebûna rêjeya geştyaran li sînorê Silêmaniyê, ji sedî sed zêde bûye.”

Her çiqas du salên borî weke du salên qeyrana sektora geştyariyê tê dîtin, tevî vê yekê jî ji heşt mehên destpêka îsal ve rêjeya hatina geştyaran bo parêzgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye. Li gor amaran di nava vê demê de zêdetirî du milyon û nîv geştyar berê xwe dane deverên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê, li gor sala borî bi rêjeya %36 zêde bûye.