Rêber Ehmed: Em ji bo hilbijartineke aram hemû rêkaran pêk tînin

Tekezî li ser birêveçûna hilbijartineke pak dike.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed

Hewlêr (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand; ew hemû rêkaran digrin ber xwe ji bo pêkanîna zemîneke aram û guncaw bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û tekezî li ser birêveçûna hilbijartineke pak dike.

Rêber Ehmed li ser heabê xwe yê Twitterê ragihand; serperiştiya civîneke Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinan kiriye, ji bo pêdaçûna bi planên asayîş û ewlehî û rêkaran di roja hilbijartinan de.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî ku tekezî li ser hilbijartineke azad û pak dikin, hemû rêkaran digrin ber xwe ji bo pêkanîna zemîneke aram û guncaw bo birêveçûna hilbijartinan.”