Li Encûmena Wezîran daxwazên welatiyan hatin guhdarîkirin
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro guh da daxwazên zêdetirî 100 welatiyan.
Hewlêr (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah îro sêşemê 28ê Îlona 2021ê guh da daxwazên zêdetirî 100 welatiyan.
Omêd Xoşnaw li nav avahiya Encûmena Wezîran, ji bo çareserkirina karên wan û guhdarîkirina daxwazên wan, bi hejmarek welatiyan re hevdîtin kir.
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; armanca vî karê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran, ji bilî meşandina karûbarên welatiyan, çareserkirina girift û kêşeyên saziyên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Her roja sêşemê, welatiyên li Herêma Kurdistanê ji demjimêr 10:00 heta 12:00an, dikarin rasterast daxwaz û gazindên xwe bigihînin Encûmena Wezîran.