Li Tirkiyê 28 hezar û 892 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 239 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Tirkiyê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 239 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 28 hezar û 892 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 30 hezar û 336 kes baş bûne.