Encûmena Wezîran 4 pirsên girîng guftûgo dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 29ê Îlonê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de ev babetê li jêr tên guftûgokirin:
Yekem: Reşnivîsa peyrewa Encûmena Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê.
Duyem: Reşnivîsa projeya yasaya çek li Herêma Kurdistanê.
Sêyem: Reşnivîsa projeya stratejîk a niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê 2021 – 2025.
Çarem: Rasperdeya damezirandina encûmenekê bi navê (Encûmena Bexşandina Bawerîyê bi Navendan û Bernameyên Perwerdeyê li Dezgehên Perwerde û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê – Iraqê) ji bo danîna standarta guncaw ji bo çespandina baweriyê bi awayekî ku bi standartên navdewletî re hevterîb be.