PSG bi ser ket û Messi yekem gola xwe bi PSG re tomar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera duyem a koman a Champions League de, Paris Saint-Germain (PSG) serketineke dîrokî li hember mêvana xwe Manchester City (2 - 0) bi dest xist û Messi yekem gola xwe bi PSG re tomar kir.
Di gera duyem a koman a Champions League de, PSG şeva borî li stadiuma Parc des Princes a Parîsê mêvandariya MAN City kir û bi encama (2 - 0) bi ser ket.
Destpêkê Idrissa Gueye di xuleka (8) de gola yekem a PSG tomar kir, piştre û di xuleka (74) de Linoel Messi yekem gola xwe bi kirasê PSG re tomar kir.
PSG bi vê serkeftina dîrokî puanan xwe bilind kir û derxist (4) puanan û di rêza yekemîn a komê de cih girt, li pêşberî tîma Club Brugge ku di encama (2 - 1) bi ser tîma Leipzig ket.
Manchester City bi (3) puanan daket rêza sêyemîn.
Messi li ser hesabê xwe yê li ser "Instagram" wêneyeke xwe ya piştî tomarkirina golê weşand û nivîsand: "Ez pir kêfxweş im ku em di vê lîstika dijwar de bi ser ketin û min yekem gola xwe tomar kir. Ez hêvî dikim dê bêtir bin! ”